Mehmet Şimşek : "Em ê hemû sozên xwe bi cî bînin"
06.11.2015

ANKARA

 Wezîrê Darayiyê Mehmet Şimşek beşdarî bernameya di NTVyê da bû û der barê rojevê da axivî.

 

Şimşek li ser pirsa "Beriya hilbijartinê AK Partiyê gelek tişt gotin, wê ev çi çaxê pêk werin?" wiha got: "Em li ser sozê xwe nin, em ê hemûyan pêk bînin. Bila guman ji vê tunebe. Wek Wezareta Darayiyê em xebatên xwe dikin. Me sozên ku wê bi cî neyên nedane."

 

Şimşek der barê xebatkarên taşeron da jî wiha xeberda: "Li gor verastkirinên ku sala par hatin kirin, kesên di karên eslî da wê derbasî kadroyê bibin, kesên di karên din da wê bi heman awayî dewam bikin. Di vir da ya herî girîng ew e ku kîjan kar dikeve nav karên eslî. Di vê mijarê da jî me amadehiyên xwe kirin û em niha li ser dixebitin." 

 

Şimşek diyar kir ku wê miaşê asgarî bibe hezar û 300 lire û got ku bila gumana kesî ji vê tunebe, wê pêk were.

 

PAYLAŞ
  • google+